Aslan: Ev desthilatdarî wê têk biçe, di dema nû de bi Kurdan re tevbigerin
Ji namzetên Partiya Çepên Kesk George Aslan anî ziman ku desthilatdarî wê di 14'ê Gulanê de têk biçe û ragihand ku wê li Meclîsê bibe dengê Suryaniyan.
Ji namzetên Partiya Çepên Kesk George Aslan anî ziman ku desthilatdarî wê di 14'ê Gulanê de têk biçe û ragihand ku wê li Meclîsê bibe dengê Suryaniyan.
Namzetê parlamenteriyê yê Mêrdînê yê Partiya Çepên Kesk George Aslan anî ziman, ku dema li sirgûnê jî bû li gorî rewşa li welêt dijiya û karên siyasî dimeşand.
Aslan anî ziman ku ew bi rengekî çalak tevlî karên saziyên Suryanî bû û got, "Yanî em ji Tirkiyeyê qut nebû bûn. Me bûyerên rojane dişopand, haya me jê hebû li Tirkiyeyê çi diqewime. Niha hatim vê derê, lewma xerîb nînim. Ji ber ku min zanîbû ez ê li çi rast bêm."
'JI BO GELÊ ME JI SIRGÛNÊ VEGERE EZ Ê TÊBIKOŞIM'
Aslan got, "Li Tirkiyeyê li ser gelê me bi du şêweyî zext hebû. Yek jê zexta olî, yek jî zexta siyasî bû. Ji xwe sedema koçberbûna gelê me jî ev zext bûn. Rewşa gelê me ya li vir ji gelên din hinekî cuda bû. Qet nebe hinek xwedî kar, kargeh bûn, xwedî hunerê bûn. Nedixwestin cih û warê xwe biterikînin. Lê belê bûyerên dîrokî bûn sedem ku mirovên me ji vir koç bikin. Em gelê herî kevn ê vê xakê ne.
Lê belê gelê me ti carî li vir nebûn xwedî mafên wekhev û timî li derveyî gelek tiştan hate hiştin. Heta niha li Tirkiyeyê li daîreyeke dewletê hûn nikarin karmendekî Suryanî bibinînin. Di nava polîsan de, di nava artêşê de cih nedan kesî.
Dema ku li Qibrisê fîşekek teqiya, li warê me zext û zordarî li me dihate kirin. Çima? Ji ber ku yên li Qibrisê Xiristiyan bûn. Gelê me yê koçî derveyî welat kir, ji bo asîmîle nebe têkoşiya."
Aslan diyar kir ku ji bo vegera yên li sirgûnê ew ê têbikoşe û got, "Li sirgûnê gelek hevalên me hene. Yanî beriya her tiştî hem ji bo mirovên girtî bêne azadkirin hem jî yên mirovên li sirgûnê vegerin welatê xwe, em ê têbikoşin. Ji bilî vê yekê pirsgirêkên mezin ên gelê me hene. Ji bo Suryaniyan yanî. Pirsgirêkên wan jî bi vî rengî ne: Weke ku hûn zanin gelek malbatên Suryanî ji derveyî welat vegeriyan welatê xwe. Mînakekê bidim. Li Çiyayê Vagorê şeş, heft gundên Suryanî hene. Ew gund heta panzdeh salan vala bûn. Mirovekî bi tenê li wan tundan tune bû. Ev hilweşiya bûn, xera bûbûn. Lê belê bangeke dewletê hebû.
(...) Lê belê piştre di meseleya gundan, zeviyan de pirsgirêkên gelekî mezin rû dan. Bifikirin, li gundê min, li gundê lê ji dayik bûm û mezin bûm, qada gund a ku me lê bi gogê dilîst, niha kirin malê xezîneyê, gelek dever bi vî rengî kirin malê xezîneyê û radestî TOKÎ kirin. TOKÎ jî dixwaze bi buhayekî gelekî zêde van deveran jinûve bifiroşe Suryaniyan. Yanî eger bêm hilbijartin, eger biçim parlamentê ez ê giraniyê bidim ser van mijaran."
Aslan diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê wê di 14'ê Gulanê de têk biçe û got, "Dengên Kurdan diyarker e, eger ne ji dengê Kurdan be wê ti carî nikaribin vê sîstemê biguherînin. Ew bi xwe jî bi vê zanin. Yanî eger hewl bidin Kurdan li derve bihêlin, ev nabe. Bi dîtina min divê bi Kurdan re tevbigerin. Rêyeke din a çareseriyê nîne."
Ji namzetên Partiya Çepên Kesk George Aslan herî dawî got, "Eger bêm hilbijartin ez ê bibim dengê gelê Kurd. Bibim dengê Ermen. Bibim dengê Suryan. Bibim dengê bindestan."